Browsing by Author "Ako, Arsalan Abdullah Hamad"
Now showing 1 - 1 of 1
- Results Per Page
- Sort Options
Master Thesis Abdulla Peşêw'in Şiirlerinde Tarz Sanatı(2021) Ako, Arsalan Abdullah Hamad; Sönmez, NesimEv lêkolîna zanistî cehdek e ji bo raxistina têgeha şêwaz û şêwaznasiyê, û weke metod û rêbazeke pêkhate û forma taybet bi nivîsînê, ku nasname û bîr û hizra nivîskaran li dor darêtin û curê nivîsîna deqa wêjeyî diyarî dike. Ev yek rolek girîng û sereke dilîze di nasîn û cudakirina berhema edebî û nemaze şêwaza taybetî a nivîskaran jî dide xuya kirin. Lewre nivîskar hertim cehda wê dide ku berhemek cuwan û dahênerane pêşkeş bike û deqa xwe ji deqa nivîskarek din cuda bike, ku eva jî merem û armanca sereke ya şêwazê ye. Ji ber ku girîngiyek zêde bi şêwaz û kar û pirogramên şêwazê li niha û cîhana edebî de hatiye dayîn û bûye bi mijarek girîng ya vekolîn li biyavên rexneyî û rexneyên piratîkî. Di vê navberê de Ebdula Peşêw wekî helbestvanekî nû û hevçerx ê kurd hertim li cehda nûgerî û peyrewkirina şêwaza taybet bi xwe bûye. Bi vî awayî jî xwedî şêwazek taybet bi xwe ye û eva jî bi zelalî li deqên wan de reng vedaye. Li vê vekolînê de me hewil daye ku li warê şêwaza ziman, serwa, mosîqa, kêş, teknîk û şêwazên xwedî taybetiyan ve, deqên helbestê bixine ber çavên xwendevan û şehrezayên wêje û edebiyatê. Di beşa yekema vê lêkolînê de jiyan û berhemên Peşêw bi kurtasî hatine baskirin. Herwisa di beşa duyem de bi awayekî teorî bas ji têgeh û pênaseya şêwazê û girîngiya şêwazê û dîroka serhildana şêwazê hatiye kirin. herweha ramana rexnegiran û sedemên sereke ên çêbûn û awayên şêwazê û ew sedemên ku bandorê li ser duristbûna şêwazê çêdikin, bas ji wan hatiye kirin. piştre erk û têkiliya şêwazê bi rewanbêjiyê û zimanewaniyê hatiye nîşandan. Li beşa sêyem de jî, piraktîzeya rengvedana şêwazê li astên dengsazî û pêkhateyî û watayî li dîwanên helbestên Pişt le newa û rû le kirrêwe, û hespim hewr e û rikêfim çiya, sewlim pola û kenarîş dûr hatiye kirin.