Browsing by Author "Karakaya, Medya"
Now showing 1 - 1 of 1
- Results Per Page
- Sort Options
Master Thesis Erebê Şemo ve Romanlarının Sözlükçesi(2021) Karakaya, Medya; Özdaş, HaşimEv lêkolîn bi armanca pênasekirina Erebê Şemo û destnîşankirina hin hêmanên axaftinê yên di nav romanên wî de derbas dibin hatiye kirin. Di lêkolînê de jîyana Erebê Şemo, kesayetîya wî ya edebî, hin lêkolînên li ser kesayetîya wî ya edebî hatine kirin û helwesta romanên wî hatiye lêkolîn kirin. Di heman demê de 5 romanên Erebê Şemo hatin lêkolîn kirin û hin hêmanên axaftinê yên di 5 romanan da cih digirin bi rêbaza analîzkirina belgeyan hatin destnîşankirin. Hêmanên axaftinê yên hatine destnîşankirin bi tabloyan hatine nîşandayîn. Di tabloyan da hejmara peyvê, wateya peyvê, mînaka peyvê û hejmara rûpela romanê cih digire. Bi tevahî 325 peyvên kurdî hatine rêzkirin. Wateyên peyv an komepeyvên di 5 romanan de hatine destnîşankirin bi alîkariya ferhengên curbecur hatin destnîşankirin. Di romanan de gelek peyvên biyanî yên wek ermenikî, rûsî û tirkî cih bigirin jî xebat tenê li ser peyv û komepeyvên kurdî hatiye kirin. Di vê lêkolînê da du rêbaz ji bo berhevkirina daneyan hatin bikaranîn. Rêbaza yekem xwendina pirtûkan û destnîşankirina hêmanên axaftınê yên têkildar e. Rêbaza duyem jî rêbaza fîşan e ku di tomarkirin û senifandina kategoriya daneyan de tê bikaranîn. Di encama van rêbazan de hat destnîşan kirin ku Erebê Şemo di romanên xwe de hêmanên vegotinê yên kurdî bi lêvkirineke xweser vegotine û ev hêman bi tundî bikar anîne û wî tevkarî ji bo pêşîgirtina windabûna hin hêmanan kiriye û romanên wî di geşedana zimanê kurdî de xwedî cihekî girîng in.

